|
 Welat hîn jî navî te sa min ra kuli rewş e
Sa ûcaqî dilî min bîrî te kuli tewş e
Permûç golê dilî min dîsa tu îlpû dekî
Xizanê dest qermî tu destî wan kû dekî
Hîn mîrewanî welat natê rûyêne berê
Hîn ew destê germî tu ramîsim ez wî gerê
Rademîsim ez welat kevûkête qanatn
Wan dewryê sûyre golê je bi dexwe şepatan
Tu merxê we bejn û bal welat kê tu qir kirî
Laçînê sîngî wêlêt kê le vir pê bir kirî
Welatê min fek ve ke hîn sa te yaxe ve me
Bij ez bîgane ninim xizanê singî te me
Kê qertalê qanat reş le vir we hîlîn kirin
Kê ûcaqê germi mal welat can bê tîn kirin
Kê şerqê çiryan dîsa je ûrti malan dizî
Kê hilkê te hêjand nav le wî bowi rêzî
Xermanê hedûrî te nizanim kê we ba kir
Kê arê ûmidî dil we hêstiran xeva kir
Le bin xwelyê xanyê te welat ma xizantyê min
Kenê rûyêne berê maye dengê dîyê min
Çavin çavê we hêstir meytin meytê le herdê
Pîşê dilkevir qewsê nizanim nam kê berdê?
Darê tîr le ser ketê hîn pişt were li qûz e
Avi sarê kanîyan hîn çav le rûya kûz e
Kanîcan destek tine tu bowi dest sa kûzê
Çavê te hîn we zelalin tu bişo je wî tuzê
Fek we xwîn welatê min tewnê te hîn le darin
Kûzê dilê xwe bayday je tîyan dil we arin
Birînê te bûne çal bîsû li venda dewi
bîrqi hêstirê daykan we nermi ji ra dewi
bihîcîn hilkî xwe daykê dîsa balam tê
zanim tu dil we daqî dîsanê rewş û tam tê
dîsa kûz je kanyê te tiji avê sar dewin
dîsanê desti zavan tiji siv û nar dewin
rûyêk tê dîsa xizan xanîk xanîk bilîzin
bikevne hul û qersê le jûr jî çîk bilîzin
herdê welat hêwirî nika bê qar û têro
mekişe qelfê wêlit sa carê tu jî mêro نوشته شده توسط Îsmaîl در سه شنبه سوم آبان 1390 ساعت 0:6 | لینک ثابت |
|